Nll-ill-webb.png

Lîsteya Dermanan ya Netewî tesîrek wisa li ser te dike

Di vê rûpelê de dikarî bixwînî ka kê/kî dikare bibîne çi cure derman doktor ji bo te nivîsandiye û te ji dermanxanê aniye. Tu her weha dikarî hîn bibî ka tu bixwe dikarî çi cure tesîrê li ser agahiyên li cem lênêrîna tendrûstî û nexweşan û dermanxaneyan tên nîşandin bikî.

Li vir tu dikarî bibînî kîjin derman û tiştên din yên ji bo te hatine nivîsandin û te wan ji dermanxaneyê wergirtiye, weke mînak bi rêya xizmeta dîjîtalî Läkemedelskollen (Kontrol û temaşekirina dermanan). Ji 1ê Gulana 2021 û pê ve hêsantir dibe ku dema serî li lênêrîn û tedawiyê didî van agahiyan bi lênêrîna tendrustî û nexweşan re parve bikî. Ev agahî di Nationella läkemedelslistan [Lîsteya dermanan ya netewî] de hene.

Tu nikarî daxwaza rakirina reçeteyên xwe bikî û anîna (wergirtina) dermanan di Lîsta Dermanan ya Netewî de têne qeydkirin. Tu her wiha nikarî daxwaz bikî ku agahiyên te yên parastina ji mesrefa zêde (Högkostnadsskydd) jî neyên qeydkirin. Ji ber vê yekê şertên tund yên ji bo parastina agahiyên te têne ferz kirin. Tenê personelê lênêrîna tendrûstî û nexweşan û yen dermanxaneyan yên xwedî mafdarî dikarin agahiyên li derbarê reçete û anîna dermanan ya te bibînin.

Dema diçî serdana lênêrîna tendrustî û nexweşan

Ji bo karibin agahiyên li derbarê reçete û anîna dermanan yên te bibînin, pêdiviya personelê tendrustî û nexweşiyê bi mafdariya rêkûpêk heye. Ji bo dîtina agahiyê, pêdiviya wan her weha bi razîbûna te jî heye. Razîbûnê didî doktor, hemşîre, doktorê diranan yan personeleke din yê lênêrînê. Di hîn rewşên îstîsnayî de ew dîsa jî dikarin agahiyên te bibînin. Weke mînak dema nikaribin razîbûna te wergirin, ango, dema ku tu ji xwe de çûbî. Ji bo te yê ku nexweşê dozan e (dospatient), bi nexweşên din re qiyas, qaîdeyên din derbas dibin.

Heger naxwazî razîbûna xwe bidî

Bêyî razîbûna xwe bidî, dîsa jî personelê lênêrîna tendrustî û nexweşan yên bi mafdarî dikarin temaşe bikin ka di nav du salên dawî de dermanên taybetî ji bo te hatine nivîstandin an na. Sebeb ew e ku lênêrîna tendrustî û nexweşan bibe xwedî îmkan ku şaş-bikaranîna dermanan, weke mînak dermanên weke narkotîka hatine xuyakirin, tespît bikin û pêşî li ber bikaranîna wan bigirin.

Heger dixwazî agahî ji personelê lênêrîna tendrustî û nexweşan veşêrî

Mafê te heye ku tu xisûsî hîn reçete û anîna dermanan ji personelê lênêrîna tendrustî û nexweşan veşêrî. Wê demê, gava tu razîbûna xwe ya ji bo dîtina reçete û anîna dermanan didî, ew agahî ji personelê lênêrîna tendrustî û nexweşan re nayê nîşandin. Lê, ji hêla din ve ew dikarin bibînin ku te hîn agahiyan ji wan veşartî ye.

Ji bo veşartina agahiyekê di Lîsteya Dermanan ya Netewî de (Nationella läkemedelslistan) dikarî Läkemedelskollen bikar bînî. Kengî te xwest dikarî wan agahiyên veşartî jinûve nîşan bidî.

Her çendî tu veşêrî jî personelê lênêrîna tendrustî û nexweşan dîsa jî dikarin vana di van şertên xisûsî de bibînin:

  • heger tu di rewşeke acîl de bî û nikaribî razîbûna xwe bidî
  • heger tu nexweşê dozan bî (dospatient)
  • heger agahî di jûrnala nexweşan ya te de be – pêwîst e tu agahiyên di jûrnala nexweşan ya xwe de jî veşêrî da ku personelê lênêrîna tendrustî û nexweşan vana nebînin.

Veşartina agahiyên dermanan dikare hîn rîskan bi xwe re bîne

Heger doktorê te nikaribe agahiyên li derbarê dermanên te de bibîne ev dikare zehmettir bike ku pêşî li ber dayîna dermanên ku dikarin dijberî yan tesîra negatîf bi hev re bikin, bigirin. Heger tu reçete û anîna dermanên xwe veşêrî divê tu bixwe personelê lênêrîna tendrustî û nexweşan li derbarê dermanên xwe de agahdar bikî da ku ew karibin lênêrîneke baş û ewle bidin te.

Veşartina anîna dermanan ya bi reçeteyên kaxizî

Tu dikarî anîna dermanan yên bi reçeteyên kaxizî hatine kirin yan dê werine kirin veşêrî, da ku personelê lênêrîna tendrustî û nexweşan nikaribin van agahiyan di sîstema xwe de bibînin. Ji 1ê gulana 2021 û pê ve, bi hîn îstîsnayan, hemû reçeteyên kaxizî, berya derman werin dayîn di Lîsteya Dermanan ya Netewî de têne qeydkirin.Ji bo karibî anîna dermanan li vir veşêrî divê tu her weha reçeteya anîna wî dermanî jî veşêrî.

Dema diçî serdana dermanxaneyekê

Ji bo ku personelê dermanxaneyê karibin dermanên te bidin te divê ew hertim reçete û anînên dermanan yên te bibînin, lê ji bo dîtina sebebê tedewiya te pêwîst e ew razîbûna te wergirin.

Gava ku ji bo bikaranîna dermanan daxwaza şîretan dikî

Heger personelê dermanxanê ji bo dayîna şîretan divê reçete û anînên dermanan yên te bibînin divê ew razîbûna te wergirin. Sebebê tedawiyê yê ku di reçeteyê de hatiye nivîsandin ti caran di dema şîretdayinê de nayê nîşandin.

Heger te reçeteyek û anîna dermanan bi reçeteyekê yan anîna dermanan bi reçeteyeke kaxizî ji personelê lênêrîna tendrustî û nexweşan veşartibe, ev di dema şîretdanê de ji personelê dermanxanê re nayê nîşandin. Personelê dermanxanê nikarê bibîne ku te vê agahiyê di Lîsteya Dermanan ya Netewî de veşartiye.

Tu dikarî Läkemedelskollen bikar bînî

Agahiyên li derbarê reçete û anîna dermanan dikarî bi çend awayên cuda bibînî: nivîsên ji dermanxanê, e-handelsapotek (dermanxana elektronîkî) û bi rêya xizmeta dîjîtalî Läkemedelskollen. Di Läkemedelskollen de her weha dikarî agahiyan veşêrî. Kengî te xwest dikarî van agahiyan careke din nîşan bidî.

Bi awayeke hêsantir, meriv dikare bibêje ku Läkemedelskollen pencereyek e ji bo qeyda Lîsteya Dermanan ya Netewî (Nationella läkemedelslistan). Tu yê ku bi kêmasî 18 salî yî û e-legitimation a te heye dikare di Läkemedelskollen de van tiştan bike:

  • bibîne ka kîjan dermanên ku te, zarokên te yên biniya 13 salî û heywanên malê yên te bi rêya reçeteyê wergirtine.
  • bibîne ka te ji dermanxaneyê çi aniye
  • dabaş û qeyda wekaletnameyên ji bo karên dermanxaneyê bibînî
  • bibînî ka erzaniya parastina ji mesrefa zêde (högkostnadsskydd) kengî dest pê dike
  • agahiyên qeydkirî yên li derbarê xwe de ji Lîsteya Dermana ya Netewî û Receptdepå Djur werînî.

Dikarî bi reya webciya 1177 Vårdguiden yan E‑hälsomyndigheten xwe bigihînî Läkemedelskollen.

Heger derfeta te ya bikaranîna Läkemedelskollen tunebe dikarî têkilî bi E hälsomyndigheten re daynî û daxwaza veşartina agahiyek di Lîsteya Dermanan ya Netewî de bikî. Ew formek (blankett) dişînin mala te û tu vê dadigirî û li E-hälsomyndigheten vedigerînî. Heger dixwazî formek siparîş bikî e-nameyek birêke ji registrator@ehalsomyndigheten.se re. Tu her weha dikarî ji hejmara 0771-766 200 re jî telefon bikî.

Agahî dikarin ji welî û wekîl werine veşartin

Personelê lênêrîna tendrustî û nexweşan yên mafdarê nivîsandina reçeteyên ji bo dermanan in dikarin reçeteyên nexweşên salbiçûk ji ber sebebên nehênîtiyê (sekretess) veşêrin. Ev cure agahî, dikarin ji welî û wekîlek kesekî salbiçûk werine veşartin:

  • reçeteyek û anîneke berê û dihatû ya ji reçeteyek
  • hemû anînên ku bi reçeteyên kaxizî hatine kirin.

Agahiyên ku ji welî û wekîl hatine veşartin, bi awayeke nivîskî di Lîsteya Dermanan ya Netewî de li dermanxaneyek nikare were nîşandin, her çendî kê/kî bixwaze wê bibîne jî. Ev her weha ji bo nivîsên wekî vê yên dema kirînên elektronîkî e-handel de jî derbas dibe.

Têketinên gihînê nîşan dide ka kê/kî agahiyên te dîtine

Di Läkemedelskollen de têketineke gihînê (åtkomstlogg) heye. Li vir dikarî agahiyên li derbarê kengî, çima, di kîjin rola pîşeyî de û ji ku deverî ve kesekî agahiyên li derbarê reçete û anînên te yên ji dermanxaneyê dîtine.