Pirs û bersiv

Li vir dikarî pirsên herî zêde ku ji me têne pirsîn bibînî.

Mecbûr im ji bo rêwîtîyê Sertîfîkaya Covidê peyda bikim?

Na, ji bo rêwîtiyên di nav YE de peydakirina Sertîfîkaya Covidê ne mecbûrî ye. Sertîfîkaya vaksînkirinê ya dîjîtalî, ku li Swêdê jê re dibêjin Sertîfîkaya Covidê (Covidbevis) tê pêşxistin da ku rêwîtî û seferên ji bo welatên din yên YE’yê hêsantir bike.

Li ser webcîya Daîreya tendrustiya civakî (Folkhälsomyndigheten) ji bo te yê ku rêwîtiyek plan dike zêdetir agahî hene.

Hîn welat, ji bo karibî li welatê wan rêwîtî bikî, doza belgeyek dikin ku nîşan bide ku li cem te Covid-19 tune ye. Hîn welat jî doza belgeyek dikin da ku hemwelatiyên wan bêyî ku neçar bin li karantînayê bimînin karibin vegerin welatê xwe. Welatên cuda doza belgeyên cuda dikin. Ji ber vê yekê divê tu li derbarê şert û mercên welatê ku dixwazî biçî yê agahî peyda bikî.

Pirsiyariya agahiyên li derbarê rêwîtiyên derveyî welat ewil li cem Wezareta derve (UD) bike. Li ser webcîya Sweden Abroad ya balyozxaneyan li derbarê şert û qaîdeyên welatên cuda de agahî hene. Aplîkasyona wezareta derve ya bi navê resklar hînbûna şert û mercên li cihê lê rêwîtî dikî hêsantir dike.

 

Kengî mimkûn e ku Sertîfîkaya Covidê peyda bikî?

E-hälsomyndigheten plan dike ku xizmeta elektronîkî ya Sertîfîkaya Covidê (e-tjänsten Covidbevis) 1’ê tîrmehê veke.

 

Pêvajoya (proseya) wergirtina Sertîfîkaya Covidê çawa rê diçe?

Ya berpirsa xizmeta elektronîkî Sertîfîkaya Covidê ye E-hälsomyndigheten e û ya Sertîfîkaya Covidê dinivîsîne jî ew e.

Parêzgeh (Regioner) berpirsiyar in ku encamên vaksînkirinên pêkhatî ji Tomara vaksînkirinan ya netewî (NVR) ya li cem Daîreya tendrustiya civakî (Folkhälsomyndigheten) re rapor bikin. Bi sparîşkirina sertîfîkayeke vaksînkirinê ya di xizmeta elektronîkî Sertîfîkaya Covidê re niştecîh belgeyek ji NVRê daxwaz dikin û ev her wiha bingehê Sertîfîkaya Covidê ye.

Sertîfîkaya Covidê bi awayeke otomatîkî ji qutiya posteyê ya dîjîtalî ya te re tê şandin. Heger qutiyeke posteyê ya dîjîtal ya te tunebe dikarî yekî li vir peyda bikî. Sertîfîkaya Covidê her wiha dikarî qeyd bikî û li ser kaxiz bidî nivîsandin.

 

Di Sertîfîkaya Covidê de çi heye? Gelo dikarim sertîfîkaya testkirinê û sertîfîkaya saxlembûnê ji xizmeta elektronîkî peyda bikim ?

Di şiklê yekem ya Sertîfîkaya Covidê de tenê belgeyek ku dide zanîn ku tu li dijî Covid-19 hatiyî vaksînkirin cî digire.

Xebat tê meşandin ku sertîfîkaya testeke negatîf ya covid-19 û sertîfîkayake saxlembûnê jî di biryarnameyek dihatû ya YE de cî bigire. Maneya saxlembûnê ew e ku meriv divê karibe testeke covid-19 ya pozîtîf ku bi kêmasî deh roj berê ji aliyê personelên tendrustî û nexweşiyê ve hatiye çêkirin nîşan bide.

 

Sertîfîkaya Covidê li ku deveran nîşan didim?

Sertîfîkaya Covidê dema kontrola nasnameyê ya derbasbûna bi ser sînoran re nîşan didî. Sertîfîkaya Covidê ya xwe di seransere rêwîtiyê de amade û li ber dest bigire.  

Jibîr neke, wextek baş berya rêwîtiya xwe kontrol bike ka şert û qaîdeyên welatê ku tu dê serdana wê bikî çi ne. Aplîkasyona wezareta derve (UD) ya bi navê Resklar daxîne, da ku li derbarê welatê serdana wê dikî de agahiyên nûkirî bibînî. Her wiha li ser webcîya Sweden Abroad agahiyên aktûel yên ji balyozxaneyên swêdî hene.

 

Ji bo Belgeya Covidê ya xwe wergirim divê ez çi bikim?

Ji 1’ê tîrmehê û pê ve belgeyeke vaksînkirina li dijî covid-19 di xizmeta elektronîkî Sertîfîkaya Covidêê de heye. Ji bo karibî Sertîfîkaya Covidê ya dîjîtalî wergirî divê tu li dijî covid-19 hatibî vaksînkirin. Ji bo karibî têkevî (logga in) xizmeta elektronîkî pediviya te bi e-legitimation a swêdî heye.

Heger e-legitimation a te tune ye dikarî vê bi rêya Skaffa e-legitimation | Elegitimation peyda bikî.

Her wiha kesên bê e-legitimation jî dê karibin ji 1’ê tîrmehê û pê ve daxwaza Sertîfîkaya Covidê bikin. Lê divê hejmara kesî (personnummer) ya swêdî ya te hebe û elbet divê tu hatibî vaksînkirin.

Ji 1’ê tîrmehê û pê ve dikarî serî li E-hälsomyndighetenê bidî - forma rizadanê (blanket för samtycke) dê li ser webcîya E-hälsomyndighetenê hebe. Sertîfîkaya Covidê ya te dê pişt re bi rêya posteyê were şandin ê adresa te ya li nifûsê hatiye qeydkirin. (Meriv nikarê berya wextê serî lê bide yan Sertîfîkaya Covidê wergire, ji ber ku biryarnameya YE’yê tenê ji 1’ê tîrmehê û pê ve tê pêkanîn.)

E-hälsomyndigheten dixebite ku her wiha encama testeke negatîv a covid-19 û belgeyeke saxlembûna ji nexweşiya covid-19 jî di vê sertîfîkayê de cî bigire.

 

E-legitimation a min tune ye, divê ez çi bikim ?

Li vir dikarî agahiyênê çawa bikî bibînî: Skaffa e-legitimation | Elegitimation (e-legitimation.se)

Her wiha kesên bê e-legitimation jî dê karibin ji 1’ê tîrmehê û pê ve daxwaza Sertîfîkaya Covidê bikin. Lê divê hejmara kesî (personnummer) ya swêdî ya te hebe û elbet divê tu hatibî vaksînkirin.

Ji 1’ê tîrmehê û pê ve dikarî serî li E-hälsomyndighetenê bidî - forma rizadanê (blanket för samtycke) dê li ser webcîya E-hälsomyndighetenê hebe. Sertîfîkaya Covidê ya te dê pişt re bi rêya posteyê were şandin ê adresa te ya ku li nifûsê hatiye qeydkirin.

(Meriv nikarê berya wextê serî lê bide yan Sertîfîkaya Covidê wergire, ji ber ku biryarnameya YE’yê tenê ji 1’ê tîrmehê û pê ve tê pêkanîn.)

 

Ez nikarim e-legitimation bikar bînim, divê ez çawa bikim?

Heger îmkana te ya bikaranîna e-legitimation tune ye dikarî ji 1’ê tîrmehê û pê ve sertîfîkayeke vaksînkirinê ji E-hälsomyndigheten sparîş bikî. Vê yekê dikarî wisa bikî: form (blanket) li ser kaxiz binivîsîne, wê dagire û bi posteyê ji daîreya resmî re birêke. Pişt re daîreya resmî belgeya vaksînkirinê ya te ji adresa te ya li nifûsê qeydkirî re dişeyne. Jibîr neke, demek baş berya rêwîtiya xwe sertîfîkaya vaksînkirinê sparîş bike.

(Meriv nikarê berya wextê serî lê bide yan Sertîfîkaya Covidê wergire, ji ber ku biryarnameya YE’yê tenê ji 1’ê tîrmehê û pê ve tê pêkanîn.)

 

Ma mecbûr e ku qutiyeke posteyê ya min hebe da ku ez karibim Sertîfîkaya Covidê ya xwe wergirim?

Na, şert nîn e ku qutiyeke posteyê ya dîjîtal ya te hebe. Lê ev kar hêsan û ewle dike, û ciheke baş ya parastina sertîfîkayê ye. Tu her wiha dikarî Sertîfîkaya Covidê ya xwe qeyd bikî û ji awayê dîjîtal binivîsînî ser kaxiz.

 

Pêwîst e ez ji bo Sertîfîkaya Covidê ya xwe pere bidim?

Na, ev belaş e.

 

Çiqas zû piştî vaksînlêdanê ez dikarim Sertîfîkaya Covidê ya xwe wergirim?

Vaksînlêdana te divê ewil ji Tomara vaksînkirinê ya netewî (NVR) re were raporkirin.

Ev dikare heft roj bigire hetanî ku tu karibî sertîfîkaya xwe ya vaksînkirinê wergirî.

Xizmeta elektronîkî Sertîfîkaya Covidê di 1’ê tîrmehê de vedibe û berya wê nikarî vê sparîş bikî yan wergirî.

Lê jibîr neke, di hîn rewşan de dikarî Sertîfîkaya Covidê ya xwe berya bikaranîna ji bo rêwîtiya ji bo welatekî wergirî. Weke mînak, îro hîn welat hene ku daxwaza çûndina 14 rojan ya bi ser vaksînkirina doza dawî dikin da ku Sertîfîkaya Covidê qebûl bikin. Ji ber vê yekê divê tu şert û qaîdeyên welatê ku tu dê serdana wê bikî kontrol bikî.

Demeke baş berya rêwîtiya xwe li derbarê qaîdeyên welatê lê rêwîtî dikî de agahî peyda bike. Li aplîkasyona wezareta derve Resklar û webcîya balyozxaneya Sweden Abroad temaşe bike.

 

Ma girîng e çi cure vaksîn li min dane?

Hemû cure vaksînên li dijî covid-19 yên li Swêdê hatine dayîn ji bo Sertîfîkaya Covidî hatine pejirandin.

 

Heger du cureyên cuda yên vaksînê li min dabin dîsa jî Sertîfîkaya Covidê derbas dibe?

Piştî tu hatiyî vaksînkirin dê belgeyeke vaksînkirinê bidin te. Di wir de agahiyên li derbarê vaksînên te de hene (her çendî ev du vaxsînên cuda bin jî).

Li gorî biryarnameya YE’yê dê sertîfîkaya vaksînkirinê, her çi cure vaksîn e, ji bo her kesek ku vaksîn lê da ye were pêşkêş kirin. Divê hemû welat sertîfîkayên vaksînkirinê ku ji aliyê YE ve hatine pejirandin qebûl bikin.

Lê mafê her welatî heye ku bi xwe biryarê bidin ka çi cure şert û qaîde derbas dibin. Divê tu bixwe, demeke baş berya rêwîtiya xwe, hîn bibî ka çi cure qaîde li welatên ku tu dê biçî yê derbas dibin. Ji bo agahiyên nûkirî yên li derbarê welatê serfera xwe aplîkasyona wezareta derve UD Resklar daxîne. Balyozxane li ser webcîya Sweden Abroad agahiyên aktûel datînin.

 

Ji bo wergirtina Sertîfîkaya Covid, ma pêwîst e herdû dozan wergirin yan dozek bi tenê bes e?

Di Sertîfîkaya Covid ya te de hatiye nivîsandin kîjin vaksîn te lê da ye û çend doz te lê da ye. Dema te doza yekem ya vaksîna xwe lê da be dikarî Sertîfîkaya Covidê ya xwe wergirî.

Qaîdeyên li derbarê pêdiviya bi yek yan du dozî dikare li gorî her welatekî cuda bin. Yê biryara qaîdeyên lê derbas dibe dide ew welat e ku tu dê serdana wê bikî. Ji ber vê yekê divê tu demeke baş berya rêwîtiya xwe hîn bibî ka çi şert û qaîde li wî welatî derbas dibin. Li aplîkasyona wezareta derve Resklar û webcîya balyozxaneya Sweden Abroad temaşe bike.

 

Ma bes e ku meriv tenê hatibe vaksînkirin yan çêkirina testeke PCR jî pêwîst e?

Ev li gorî welatan diguhere. Yê biryara qaîdeyên lê derbas dibe dide ew welat e ku tu dê serdana wê bikî. Ji ber vê yekê divê tu demeke baş berya rêwîtiya xwe hîn bibî ka çi şert û qaîde li wî welatî derbas dibin. Li aplîkasyona wezareta derve Resklar û webcîya balyozxaneya Sweden Abroad temaşe bike.

 

Ma divê zarokên min jî Sertîfîkaya Covidê peyda bikin da ku karibin rêwîtî bikin?

Armanca Sertîfîkaya Covidê hêsankirina rêwîtiyên li nava YE’yê ye. Di halîhazir de vaksînkirin bi awayeke gîştî ji zarokan re nayê pêşwazîkirin û ji ber vê yekê sertîfîkaya vaksînkirinê, weke qaîde, ji zarokan re nayê dayîn.

Niha xebatek heye ku her wiha belgeyek testa covid-19 ya negatîf û belgeyeke derbaskirina nexweşiyê jî têxin nava Sertîfîkaya Covidê. Li gorî biyarnameya destpêkî ya YE’yê dê her wiha zarok jî karibin Sertîfîkaya Covidê û herdu belgeyên dihatû yên din jî wergirin. Lê hêj ne diyar e ka ev dê li Swêdê çawa bê pêkanîn.

Jibîr neke, her tim hîn bibe ka li welatê ku tu dê biçî serdana wê çi cure qaîde derbas dibin. Li cem wezaret karê derve li derbarê welatên cuda de agahiyên aktûel hene.

 

Gelo dê Sertîfîkaya Covidê ji bo rewşên ji derveyî rêwîtiyan jî derbasdar be, weke mînak ji bo konser, teater û çalakiyên sporî?

Sertîfîkaya Covidê wisa hatiye afirandin ku karibe şert û mercên navnetewî pêk bîne û rêwîtî û seferên li derveyî welat hêsantir bike. Weke mînak, di dema kontrola nasnameyê ya derbasbûna sînorên nav welatan re nîşan didî.  

Di 27 gulanê de hikûmetê ragihand ku ew her weha lêkolîn dikin ka gelo mimkûn e belgeya vaksînkirinê yan belgeyên wekî vê demeke sînorkirî ji bo tevlîbûna kombûnên gelêrî û çalakiyên resmî bikarbînin. Hikûmet dê helwesta xwe ya di vî derbarî de di nîvê meha hezîranê de diyar bike.

 

Testa antîkor a pozîtîv a min di Sertîfîkaya Covid de cî digire?

Li gorî biyarnameya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) testa antîkor ji bo wergirtina Sertîfîkaya Covidê ya li derbarê saxlembûna ji nexweşiyê derbasdar nîn e. Tenê testa NAAT (PCR), ku ji aliyê personelê tendrûstî û nexweşiyê yan personelê testkirinê yên têrzane (kompetent) ve hatiye kirin (ne xwetestkirin) dikare qebûlbar be û di Sertîfîkaya Covidê de cî bigire.

 

Sertîfîkayeke saxlembûnê dê herî lez di nav 11 rojên piştî testeke NAAT (PCR) ya pozîft de karibe were nivîsîn. Ev dê 180 roj ji encama testa pozîtîf a yekem ve derbas bibe

 

Mimkûn e meriv Sertîfîkaya Covidê berya 1 tîrmehê wergire?

Ji bo dabaşkirina agahiyên nasnameyî yên di certîfîkayê de pêdiviya E-hälsomyndigheten bi bingeheke hiqûqî heye. Bingehê hiqûqî bi biyarnameya YE’yê û biyarnameyeke nû ya swêdî tê dayîn ku ji 1’ê tîrmehê ve dikeve meriyetê. Di halîhazir de, yanî berya biryarnameya YE’yê têkeve meriyetê, bingeheke hiqûqî yê Swêdê nîn e ku di asta netewî de dabaşa agahiyên nasnameyî yên di Sertîfîkaya Covidê de bike.

 

Min dozek xwe ya yekem a vaksînê li welatekî din stendiye û ez ê doza xwe ya duyemîn li Swêdê bistînim. Ma ez ê karibim sertîfîkayek Covidê ya derbasdar wergirim?

Heger tu doza duyemîn ya vaksînê li Swêdê bistînî wê demê dê saziya tendrûstiyê wê weke doza 2 ji 2 (2/) ji Tomara vaksînkirinan ya netewî (NVR) re rapor bike. Wê gavê tu dê ji www.covidbevis.se sertîfîkayek wergirî ku nîşan dide ku tu bi tevahî hatî vaksînkirin. Gelekî girîng e ku tu ji vaksînatorê li Swêdê re bibêjî ku ev doza te ya duyemîn e, da ku ev bi awayeke rêkûpêk were raporkirin. Ji ber vê yekê belgeyên xwe yên li derbarê doza yekemîn de baş amade bike û piştrast bike ku ev ji aliyê saziyeke tendrûstiyê yan meqameke resmî ve hatiye nivîsîn.

 

Ma tenê hemwelatiyên swêdî dikarin Serftîfîkaya Covidê wergirin?

Ji bo wergirtina Sertîfîkaya Covidê li Swêdê pêwîst e hejmara kesî (personnummer) ya swêdî ya te hebe, li Swêdê hatibî vaksînkirin û e-legitimationeke swêdî ya perjirandî ya te hebe.

E-hälsomyndigheten dixebite da ku kesên bê e-legitmation û hejmara kesî ya swêdî karibin sertîfîkayek ku nîşan dide li Swêdê hatine vaksînkirin wergirin.

 

Heger hemwelatiyê Swêdê me lê min mala xwe biribe derveyê welat, gelo dîsa jî dikarim Sertîfîkayek Covidê ya dîjîtal wergirim?

Ji E-hälsomyndigheten re wezîfe nehatiye dayîn ku ji kesên li welatên din hatine vaksînkirin re Sertîfîkaya Covidê derxîne.

Heger li welatekî din ê YE’yê (û Norweç, Îzlanda, Swîsre û Lichtensteinê) hatibî vaksînkirin yan testkirin divê tu lê bikolî ka çawa dikarî serftîfîkayek ji wî weletî wergirî.