Illustration av man som sitter vid dator och tittar på covidbevis.se

Sertîfîkaya Covidê rêwîtî hêsantir dike

Sertîfîkaya Covidê ya dîjîtalî ya Yekîtiya Ewrûpayê (berê jê re digotin Sertîfîkaya Kesk) e-xizmeteke dihatû ya belaş e, ku di saya wê de dikarî îspat bikî tu li dijî Covid-19 hatiyî vaksînkirin. Sertîfîkaya Covidê (Covidbevis) di 1ê tîrmehê de vedibe. Herî dereng ji destpêka meha tebaxê û pê ve her wiha dikarî sertîfîkaya testa negatîf ya Covid-19 û sertîfîkaya saxlembûna ji vê nexweşiyê jî bi rêya xizmeta Sertîfîkaya Covidê werînî.

Çar gavên ji bo ji 1ê tîrmehê û pê ve wergirtina Sertîfîkaya Covidê ya xwe

Vana wan çar gavên ji bo peydakirina Sertîfîkaya Covidê ya bi rêya mobîl, komputer yan tablet in.

  • Xwe vaksîn bike. Di nav heft rojan de ev ji Tomara vaksînê ya netewî (NVR) re tê rapor kirin.
  • Bi e-legitimation têkeve webcîya www.covidbevis.se (1ê tÎrmehê vedibe).
  • Sertîfîkaya Vaksînê werîne, binivîsîne yan li cem xwe qeyd bike.
  • Serftîfîka her wiha bi awayeke otomatîk ji qutiya posteyê ya dîjîtalî ya te re tê şandin, heger ku qutiyek wisa ya te hebe.
  • Ji bo bikaranînê amade ye. Jibîr neke, lê bikole ka çi cure qaîde ji bo ciyê rêwîtiya te derbas dibin.

Ji bo wergirtina sertîfîkaya vaksînê divê çend roj (herî zêde heft roj) bi ser vaksînkirina te re derbas bibe. Sedemê vê ew e ku divê yên vaksînkirina te pêkanîne bigîhîjin agahiyan li Tomara netewî ya vaksînkirinê (NVR) dagirin.

 

Rêwîtiyên li Ewrûpayê hêsantir dibe

Armanca bi Sertîfîkaya Covidê ya dîîjtalî - di dema pandemiyê de - hêsankirina sefer û rêwîtiyên li Ewrûpayê ye û ji ber vê yekê li seranserê Yekîtiya Ewrûpayê bi heman şiklî hatiye çêkirin.

Bi Sertîfîkaya Covidê divê bi awayeke hêsan karibî nîşan bidî ku:

  • Tu li hemberî covid-19 hatiyî vaksînkirin
  • Te testeke negatîf daniye, yan
  • Ji nexweşiya Covid-19 saxlem bûyî (yanî te testek pozîtîf wergirtiye, ne testên antîkor)

Jibîr neke, welate ku diçî serdana wê biyarê dide ka kîjin qaîde li cem wan derbas dibin. Berpirsiyariya te ye ku kontrol bikî ka şert û mercên wî welatî yên ji bo rêwîtiyê pêk tînî yan na.

E-meqama tendrustiyê (E-hälsomyndigheten) berpirsê e-xizmeta (E-tjänst) ji bo Sertîfîkaya Covidê ye û serftîfîka derdixîne. Ev meqama resmî pîlan dike ku xizmeta elektronîkî ji 1ê tîrmehê û pê ve veke. Xizmeta elektronîkî li ser bingehê biryarnameya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ya Sertîfîkaya Covidê ya dîjîtalî ya YE’yê hatiye sazkirin.

Di destpêkê de, di e-xizmeta Sertîfîkaya Covidê de tenê sertîfîkaya vaksînkirinê ya li dijî Covid-19 heye. Di nav heft rojên piştî vaksînkirina te de divê ev ji Tomara vaksînkirinê ya netewî re bê raporkirin, û wê demê tu dikarî Sertîfîkaya Covidê ya xwe werînî. Ji bo karibî têkevî (logga in) ê-xizmetê divê e-legitimationa swêdî ya te hebe.

Kesê ku e-legitimationa wê/wî tune ye yan nikare vê bikar bîne û sertîfîkaya vaksînkirinê dixwaze dikare di şûna bikaranîna e-xizmetê de daxwaz bike ku ev were şandin ê adresa wî/wê ya li nifûsê hatiye qeydkirin. Forma rizadanê (blanket för samtycke) dê ji 1’ê tîrmehê û pê ve li ser webcîya E-hälsomyndighetenê hebe.

Hîn welat dikarin piştî tenê dozek yan derziyek destûra rêwîtiyê bidin. Li cem Wezareta derve (UD) li derbarê qaîdeyên li welatên cuda derbas dibin de agahiyên nûkirî hene. Lînkên ji bo van agahiyan li kêlekê dikarî bibînî.

Di sertîfîkaya vaksînkirinê de çi hene?

Di sertîfîkaya vaksînkirinê ya te de ev agahî hene:

  • Navê te, tarîxa zayîna te û tarîxa derxistina sertîfîkayê,
  • Agahî li derbarê vaksînkirina te û kengî te vaksîn lê daye
  • Sertîfîkayeke nasnameyî (certifikat-id) ya yekane

Agahiyên li derbarê vaksînkirinê de ji Tomara vaksînkirinê ya netewî (NVR) re têne şandin û li cem Daîreya karûbarên tendrustiya civakî (Folkhälsomyndigheten) têne parastin.

Jibîr neke ku encax çend roj (herî zêde heft roj) piştî vaksînkirinê dikarî sertîfîkaya vaksînkirinê ya xwe werînî. Sedemê vê ew e ku yên te vaksîn kirine divê bigîhîjin ku agahiyên te têxînin Tomara vaksînkirinê ya netewî.

Pêşxistina Sertîfîkaya Covidê her berdewam e

Di şiklê yekem ya Sertîfîkaya Covidê de tenê belgeyek ku dide zanîn ku tu li dijî Covid-19 hatiyî vaksînkirin cî digire. E-hälsomyndigheten (Meqama tendrûstiyê ya elektronîkî) her wiha kar dike ku sertîfîkaya testeke negatîf ya covid-19 û sertîfîkayeke saxlembûnê jî di vî de cî bigire.